Bi rasti di vê nezrazibûnê de jî ked û karê heri mezin dayikan girtibu ser milên xwe . Û bi vî awayi nêrin û nirxandinên xwe anin ziman. Heya ku seroke gellê kurd azad nebe , û ew sîyasetmedarên ku bi salane di nava zîndanan de ne ên berdan, û heya ku polîtîkayên Qirêj li ser gellê kurd bi dawî nebe û operasyon ne ên rawestandin, baye aşitîye nakeve li ser rûyê vî erde. Ji ber ku ev komplo ne tenê di şexsê ocelan de hatiye pêkanîn. Li hemu gellê kurd re pêk hatiye. Ji bo ku em hemu kurdin. Bi fikr u ramanên xwe , bi hest u nirxên xwe û bi can û xwîna xwe bi rebere gellê xwe re ne. Bi vê wateyê ji bo me kurdan herder qadên serhildan u berxwedanê ne. Û her roj jî 15 ê sibatê ye û roja reşe. Dinya hemu jî di zane ku ev roj rojeke dirokîye û li nav rûpelên pirtûka dîrokê de cih girtîye. Kîjan kes an jî civak çawa di nirxîne bila bi nirxîne, ew nirxandinên wan li me kar nake û li zora me jî naçe. Bi teybetî berxwedana li herêma botan ( cizîr. Şernex, Sîlopi, nisêbîn hezex qîlêban/ roboskî..) ji bo vê yekê mînakek herî mezine. Her çi qas ev nerazibûna gellê kurd a di vê pêvajoyê de bi xweşi an jî nexweşî hatibe ber çav jî, bawerim ku ev çalakîya wan gehişt armancek pîroz. Bi vê hêvî û bawerîye ez dikarim bibêjêm : Êdi ne Erdoğan dikare bêjê ‘’ hez bike , an terk bike’’. Ne jî dikare bibêjê pirsgirêka kurda tune ye. Ji ber ku gellê kurd ji bo vê çendê hebûna xwe bi rengê berxwedanê anî pêşçav. Bi rastî ev jî hemu polîtîkayên dewleta tîrk û hûkûmeta akp’ê têkbirin… û bandoriyek mezin xist li ser dewleta tirk..
Serhildan ne tene li kurdistanê pekhatin . kurdên li rojava û ewropayê jî çalakî pêkanîn nerazîbûna xwe ewan jî nişanî dewleta tîrk da. Bi milyonan kurd 15 ê sibatê li ser pîyan bûn. Rojeke wisa reş de ez jî li mal de bûm. Min û xalê xwe rojev di şopand. Em wisa hatibûn kilîtkirin li ber ekranên televîzyonê, wekî mirov bikeve nava derya evinek kûr.. eyni wisa.. û min ev pirse ji xalê xwe kir. Xalo ka bêje dawîya vê têkoşîna me û rewşa me . çiye? We bibe çi?
Xalê min got : bi nêre , te pirs kir. Û ez jî dê ji te re dawîya vê rewşê bi meseleya dû kêruşka ve şîrove bikim.
Di demekî de dibêjên du kêruşk hebûn. Yek li berojê di ma , ya din jî li aliyê nizarî. Rojeke zîvîstanê kêruşka li aliye berojî ji hêlûna xwe derket u bang li hewala xwe ya nizari kir. U got:
-xwişka nazdar hela ji hêlûna xwe derkeve lo , çavê rojê mêzeke. Ez jî te bibînim ka rewşa te çawaye?
Hevala wê ji hêlûna xwe derket . Û bersiv da hevala xwe ya li aliyê nizarî.
-Ma dê rewşa min çawa be. Cihê te xweşe , berf kêm bûye. Reşatî derketî ye. Û tu dikarî derkevî bi çerî û bi gerî ji xwe re. Cihê min jî zivistane berfe û barane.
- Êêê … heval tu jî keremke vî alî , cem min. Em bi hev re biçin bigerin û biçerin ji xwe re..
- Tu çi dibêji xwîşka min. Ezê çawa bêm. Ger ku ez Derkevim, dewsa min li ser berfê dîyar dike. An teyrê nêçîrê (uleh) dê min bigre, an jî dê nêçîrvan min bi kuje.
- Raste xwîşka min. Tu jiî di vê çendê de heqî . Ewî çaxi here di hêlûna xwe de bi rûne Û xwe bêdeng bike.
- Êê dema ku ez diçim hêlûna xwe de jî , koselek payizê heya niha cîhe xwe girtîye di hêlûna min de. Û namûsa min Ji min dixwaze. Ez nizanim wê çi bikim..
- xwîşka min.. çi bikin qedera me ev e. Her tîm me dîtîye ku em bi pênçeyên teyrê nêçîrê hatine girtin. Û bi destê nêçîrvanan ve jî hatine kuştîn. Baz bide werevi ali..
Lê evê yekî baş bi zane ku di dîroka neslê me de heya niha ne hatiye dîtin ku kêruşka namûsa xwe daye kosele yan..
Niha hûn di bêjên mijara me çi bu. Û mesele hat ser çi?
Wexta ku xalê min bersiva pirsa min bi vê meseleye ve girêda û bi vî rengî şîrove kir. Bi rasti ez mam û fikirim… û min jî ji xalê xwe re got:
Xalo.! Ez benî .. yanî ku bi kurtasî tu di bêjî ku di vê rêçê de girtin , kuştin Û mirin ji bo me kurdan serfiraztire ji teslimiyeta deste SİSTEMA TÎRK…