Yüksekova Güncel

Kongereya Netewî – Amed- Barzanî

Güncel

Seradana Serokê Herema Kurdistanê Mesut Barzanî ya ji bo Amedê û hevdîtinên wî yên di gel Erdogan, di çapemenîya Cîhan û Tirkîyê de weke rojek mêjûyî hate şirove kirin.

ŞEVKET YILMAZ - YÜKSEKOVA GÜNCEL

 Heke em hindek di  nav rupelên rabirdûya peywendîyên Tirkîye û Kurdistanê de biçîn dê bînîn ku  ya rastî  jî ev hevdîtin ji bo pêşêxistina têkilîyên Kurda û Tirka gaveke dîrokî ye. Ez naxwazim tiştên heta niha hatine gotin dubare bikim. Bes li ser wan hemû gotinan ez jî vê yekê lê zêde dikem; edî aşkere û safî ye ku Kurd di rojhilata navêrast de gelekî xudan karîger û bi bandor e. Kêşeya ku heta îro nîqaş li ser hatine kirin jî, ne tenê meseleya Kurdan e. Ev mesele meseleya  Kurdistanê ye û girêdana vê meselê ya hey bi hemû karvedanên heremî û cîhanî.


Baş e ev seredane pêşkevtineke ji bo Kurdan? Hetmen ev seredanê dê kişeya Kurd li Rojhilata Navîn bi gehîne konaxeke nû. Bes ev têra wê hindê nake ku Kurd bibin tifaq. Ji ber ku yeketîya Kurdan hê jî ne hatîye ava kirin. Du heftî berê niha li Enqere ji alîyê IMPR ( Navenda Navnetewî ya ji bo lêkolînên Aştîya Rojhilata Navîn ) civînek bi navê “ Kurd nîqaşên li ser modelên çarserîyê dikin” hate darxistin. Li başur û bakur; li rojhilat û rojava nuner û peywendîdar, rojnamevan û kesayetên sîyasî başdar bûn di gel vê civînê. Ez bi xwe jî her du rojên civînê de li wir bûm. Dubendî û berjewendîyên sîyasî û îdolojîk derfet nade ku Kurd li ser modelan nîqaşan bikin. Piranî mijara civînê bû hevdû tûmetbarkirin. Ji bo  numune, endamên PYDê ji ber meseleya derîyên sînor ne şîyan beşdar bibin di vê civînê de. Rayêdarên dewletê hegera vê xiste stûyê PYDê.  Rayedar dibêjin PYDê di demê de muraceatên xwe ji bo desturê nekirîye û wan bi zanistî tiştekî wiha kir  ku civîneke ber bi krîzekê ve were. Kesên nêzîkî  PYDê û PKKê jî, KDP û Dewleta Tirka sucdar kirin. welhasil ez dibêjim we hemûya fêm kir ku tifaqek ne çêbû di nav Kurdan de, elbet civîn jî bê encam ma.  


Heman rojê de li hewlerê Lijneya Amadekar ya Kongreya Netewî, kongre paşxist. Hem bê encam mana civîna Enqere, hem paşxistina Kongreya Netewî girêdayî yek hegerê ye; Kurd bê tifaqên Kurd hê jî di warê diplomasî û sîyasetê de ne hatîne astek wisa ku edî dev ji berjewendîyên xwe yên partîyatî -hizbîyatîyê berdin. Hatina Barzanî bû sedem ku  Kurd hinek dî nêzîkî hevbin. Bes navkokîya sîyaseta Kurda, tradîsyonên wan yên qet ne guher dîsa ruwedan.  Ji ber çi? Binêrin; çend parlementer û giregireyên BDPê pêşwazîya Barzanî kirin ya rast jî ew bû, lê heman demê li alîyê din Serokê BDP yê Amedê ber derê avahîya BDPê dijî vê seredanê daxuyanî dida. Zêdebarî naveroka wê daxuyanîyê bala min kêşa ku serokê BDPa Amedê Kurdî ne dizanî, rexna serokekî Kurd bi zimanê Tirkî dida. Televîzyonek Kurdistanê ev daxuyanî bi awayekî zindî di weşand.

Bawerîya wan ew bû ku dê serokê BDP a Amedê Kurdî axavtinê bike, lê ew jî wekî min qedem şikestî bûn, ji ber ku birêz serokê BDPa Amedê bi termînolojîyek xerîb û ecêp serde jî Tirkî di axivî.mijara min ne kurdî nezanîna serok Bajarekê BDPê ye ew bi serê  xwe eletweşîyeke ku heta niha hizar cara hate rojeva. Bes ez wê dibêjim hema kurt û kurmancî ; baş e birayên ezîz biryara Parlementerên we çi girêdanek nîne ji bo we? Anko dê parlamenter û giregire pêşwazîya camêrekî bikin, lê serokê bajar dê dijî wî camêrî daxuyanîya belav bike.


Baş e ma şola  aqilî ye?   Êca ev hemî ji ber bê tifaqîyê derdikevin. An na hatina Barzanî her tiştekî danin alîyekî, serbilindîyeke ji bo her Kurdekî, ji ber ku ev roja Amedê nîşana serkevitina gelê Kurd, dîmenên li kolanên Amedê destkevtîyên tekoşîna gelê Kurd e. Dibêjin rojhilata navîn di guhere, ez jî dibêjim birano dinya di guhere. Lê eger Kurd xwe ne guherin çi sûdê ji vê pêvajoyê na wergirin. Hevî û daxwaza herî mezin berî ku dinya me qebûl bike divê  em yekûdu qebûl bikin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.