ALİYA DÜŞÜNMEZ - YAZDI
Hilberînera jiyanê, hilberînera têkiliyên tevlihevî û ji aloziya derxistî û xistî ahengiyekê, jibo jiyana di cih de mayînê avakiri tevahî çanda jinin... çi jê hat ku paşê wergeriya heleqeyeke winda di zincîra dîrokê de.
Hilberînera jiyanê, hilberînera têkiliyên tevlihevî û ji aloziya derxistî û xistî ahengiyekê, jibo jiyana di cih de mayînê avakiri tevahî çanda jinin... çi jê hat ku paşê wergeriya heleqeyeke winda di zincîra dîrokê de.
Ji nişkive windabûna jêhatîbûnê jiyan? Xwe li jiyanê paşve kişandin? Di pirtûkên perwerdeyan de, çîrokên dînazorên dema qeşayiyê jî hûn dikarin bibînin lê cih ji çîroka jinê re çinîne. Weke rewşeke hilimbûyînê, nişkive tunebûye û jibo li ser bê fikirandin jî erdek ne hatiye avakirin.
Jin di erdnîgariya qadên şerên mezin de, tevîkirina çîrokan ango weke figureke siyasî bê dest girtin jî, di demên aştiyane de jin nîne. Di kîjan qadên hilberînan de em şexsiyetên di zanin. Jêhatiya wan ya hilberînê ger di yek carê de nehatibe hişkirin, çîroka vê çiye? Çîrok, hîna weşartiye.
Jiyan, qasê ku ji hêla zilaman ve hati îşgalkirin, jin tinê weke zayok hatibe hiştin jî, ruxmê wan weke ku em fêzê jê bigrin lê cinsê li himberî me ger bi navê vicdanê tişteke biçûk jî hewîne di nava xwe de, ku bi şerm bixwîne min hin çîrok berhevkirin vê heftiyê.
Bi fikrin bi gelek ked û hewldanan di demên we de, di zanîstê de rêçan wediken lê hûn ne çar di mînin pêşkêşiya xwe zilamê xwe bidene kirin.
Di qadên girêdayî hilberînan de we nahilgirine saziyên perwerda, we bê perwerde di hêlin û hewl diden ku hûn hişk bin. Paşê jî hewl diden ku hûn bawerbikin di hêla jêhatîbûnê de hûn kêmasin. Jiber ku bi xwe rastî jî vê yekê bawerdiken. Niha bersiva jibo wane bi rêzeke lêkolînan min berhevkirini ew çîrok bila biden.
Jinên ewil yên zanîstî
Li Misira kevn û Yûnana berê de ruxmê bijîşkên jin heyî jî, di cîhana berê de jibo ku jin di qada bijîşkiyê de xebatan biken gelekî kêm derfet hatiye dayîn. Yekemîn jina zanîstê, ku jiyana wê baş hatiye belgekirin Hypatia ye. Piraniya nivîsên wê winda ne; lê ji hêla zilamên zanistî ve jibo wan nivîsan hinek nirxandin hene. Hypatia li Misrê Îskenderiyê hatiye dinê, li vir perwerdeya felsefê û matematîkê daye. Xebatên wê yên herî girîng, di qadên geometrî û kotek (cebir) de ye; lê ew herwiha bi teknolojiyê jî eleqeder bûye. Xencê wane ku ûsturlap jî di nav de çend amûrên zanistî jî çêkirine. Ûsturlap ya ku rewşa stêrk, gerstêrk û rojê diyar dike tê bi kar anîn.
Belavbûna fikrên zanîstî
Mary Somerville, jibo perwerdeya zanîstî alîkariya mezin kir. Somerville ya ku di eslê xwe de Îskoçe weke “şahbanûtiya dema sedsala 19 mîn jî” tê zanîn. Nivîsa vê ya ewl ya zanîstî li ser tîrêjên roja ku gelekî zû dişkên û hêza miqnatîsê bû, jiber ku tevlîbûna jinan hatibû qedexekirin, di komeleya qraliyetê de ji hêla zilamê wê ve hate pêşkêşkirin. Di sala 1831 de bi karanîna cismên asmanî hate weşandin. Ew pirtûk, di sedsala paşî mayî de, weke pirtûka matematîkê ya perwerdê piranî tê bi karanîn.
Ew mînakene yên herî bişans bûn. Jiber ku bi navê xwe hatine nasîn. Her çiqasî di pirtûkên perwerdê de ne dîtî bêne hesibandin jî. Herî kêm di demên xwe de li himberî hilberîna wan ne hatiye girtin. Em xwendina xwe berdevam biken.
Bispora ewl ya bernameya kompîturê
Lovelace Konresi Ada ku qîza helbestvan Lord Byron e, perwerdeya bi latînî stêrnas, matematîk û muzîkê wergirt. Li gel matematîkçiyê İngîlîzî Charles Babbag, weke dîzaynera kirariyên arîtmetîk jibo çêkirina makîneya amaran xebitî. Ew makîne îro ku weke kalkê kompîtorê tê dîtin, Lovalace jî, ji hêlekê weke bispora ewl ya bernameya kompîturê divê bê hesibandin. Xebatên derbarê makînê kiri û fikrên vê yên derbarê bi karanîna makînê di sala 1873 de hate weşandin. Lê di wan deman de jinekê bi navê xwe çapkirina pirtûkan rast ne dihate dîtin jiber vê yekê wê jî tîpên navên xwe yên destpêkê nivîsîn. Di encama vê de, tiştên ku hatini serê gelekî jinên zanîst hatine serê wê jî û xebatên wê jî hatine bîrkirin.
Ruxmê bavê xwe berbi nobelêve meşiya
Rosalind Franklin 25ê Tîrmehê hate dinê. Sal 1920 bû. Perwerdeya xwe li ser kîmya û fîzîkê kir. Wan salan li gorî şertê jiyana muhafazekar dibistana qîzan de hatibû nivîsandin. Rosalind Franklin xwendekareke lewaz nebû. Beravajî xwendekareke pir jîr û notên bilind hebûn. Di zarokatiya wê de jî, ji Rosalind Franklinê hate pirsîn “gava ku tu mezin bi tu dixwazi bibi çi”. Bi tevahiya dilê xwe daxwaza wê û armanca wê ku bibe jineke zanîst. Timî bi malbata xwe re di vê mijarê de rageşî dijî, bi taybetî jî bavê vê qet ne dixwast qîza wi Rosalind Franklin bi zanîstêve mijûl be. Rosalind Franklin di dîroka 1938 an de di herêma Cambridge koleja biqedr Newnham qezenckir. Ew yek jibo Rosalindayê vebûna deriyê zanîstiye ku bikeve nava jiyana wê.
Gava ku dibistan xilaskiri karê xwe yê ewl dî. Qalîteya komirê diyar dikir, bûhaya vê û nirxa vê bi derece dikir. Li ser komirê raporên girîng amadekirin. Paşê Rosalind Franklin tevlî xebatên DNA bû. Li ser DNA mirovan xebatan biken di nava komeke ji 4 mirovên zanîst de cihê xwe girt. Lê jiber nexwaşiya pençeşêrê girtibû mir. Hîna 37 salî bû. Ciwan bû Rosalind Franklin. Hersê hevalên vê yê dî piştî mirina wê jiber xebatên DNA xelata Nobelê qezenckirin. Rosalind Franklinê xelat ne wergirtibû. Jibo Rosalind Franklinê akademiya zanistê ya qraliyeta İngilîz di dîroka 2003 an de, dest bi belavkirina xelatên zanîstê yê Rosalind Franklin ê kir.
Weke ku em di wan çîrokan de dibînin li pêşiya jinan jibo tevlîbûna hilberîne de gelekî astengî û zehmetî hene. Wan astengiya weke bûyerên olî û herwekedin hûn nikarin eşkere bikin. Jiber ku cihê vê nîne. Ew yek weke tilmekê ku zilam şiklê jiyanê berbi xweve tasarûf diken. Hiştina jinê derveyî qadên hilberînê û zanînê ye.
Herî dawî di Rojhilata Navîn de, serkeftina jinekê ku di demên dawî de hatiye dîtin ez dixwazim cih bidemê.
41 mîn mihrîcana dahênanan ya navneteweyî ku li Cenevrê hate li darxistin, xelata taybet ya vê mîhrîcanê ya îsal Mucîda Îranî Zehra Alizade Sanî qezenc kir.
Jibo mîhrîcana îsal 45 welatan 2000 dahênan beşdar bûn, jibo 60 berheman xelat hat dayîn. Xelata taybet ya mîhrîcanê jî pispora nexwaşiyên dil ya Îranî Zehra Alizade Sani tengbûyîna demarên dili û kroner, bi şêwazeke hempatî ku tespît kiri jiber vê dahênanê qezenc kir.
Di Rojhilata Navîn de mirov rastî hebûna jinê weke fîgureke siyasî tê, lê di qadên hilberînên wiha taybet de ez ne gîhame tu qeydan, min ne dîtin.
Em bêjin zîhniyeta zilam ya desthilatdar wane rewa dibîne. Baş e ew yek me jinan bi giştî jiber pirsyariyê xilas dike?
Gumanên ku em nikarin biken wê yekê dijîn ez qed bawer nakem. Ger jin bixwaze û bigre çav wê serbikeve ez di wê baweriyê de me. Jiber vê yekê divê êdî jin di qada zanîstî de jî, weke ku di dîroka xwe de, di roja me de jî divê mora xwe lêxin ez dixwazim vê yekê îfade bikim.
Jinên ciwan yên ku hîna rûniştekê dibistanê dene, hûn çi dibên?