Yüksekova Güncel

Çîrok û Çîrok Bêjên Me Hebun

Kültür Sanat

CUMHUR KORKMAZ/YAZDI

Nivîskar Cumhur Korkmaz, di nivîsa xwe ya nû de balê dikişîne ser windabûna çanda "Şevbuhêrkan" û hunera çîrokbêjiyê. Korkmaz tîne ziman ku civaka Kurd çanda xwe ne bi pênûsê, bêtir bi rêya çîrokên devkî parastiye û dipirse: "Duh çîrokbêjên me hebûn, gelo îro çi li ba me maye?"

Li nava dilê mirovida çi diçe dibe kû mirov gorî wê jîyan bike.
  Li ser erdê Mezrabotan gelek şaristanan jîyan dikir lê şaristana bi deng û avaz  bi gotinan jîyan dikir civaka mebu.
Di dîrokê heya îro çîrokan li nava civaka meda cîhek pir mezin û bexdewarî girtîye.
  Me Çand û hûnera xwe bi pênûsan ne nivîsandîye ,di nava pelên sipîda cîh ne girtîye.Hinek alîyên Jîyana me bi gotinan li nava çîrokanda xwe ditiye.
Dema cirokê ya herî mezin şev bu. Li nawa şevanda "Şevbuhêrk"hebun. Wek nîvîskar û rewşenbîrê meyê mezin yê nûjen Mehmet Uzun di pirtoka xweya "Ronî mîna evînê,tarî mîna mirinê"gelek çîrok û serhatîyên me li nawa "Şevbuhêrk"anda nivîsandiye.
 "Şevbuhêrk"ên me di nava  mêvandarîyê pêk hatine.
    Bes nava wan civataneda yên kû pir hesdikir û pir guhdarî dikir, taybetî zarokên mebun.
Wek dema zarokatîyêda her çîrokek, xeyalên kûr da xwe jîyan dikir.
Bingeha Çîrokan di dîrokên kevnarda girêdayîye.
Çi bê serê  civakê û mirovên berê -çi jîyan kiribu-  tevahîya wan çîrokanda hate parve kirin. 
Çîrok bi xemlaxa rastîyek bê guman bu her yêki jî "wek nexşên li berî girîbun" .Çîrokbêj nava wê "şevbuhêrk"ê da mîna mîreki bun wek avahîsazekî dîwan damezrand demê axiftinê yê herî mezin mafê wan bu.Di nav civatêda çîrokbêj mirovê mezin bun li serê dîwanxaneyê di rûnişt û ji bo civatê çîrok di got. Hemû kesî temaşe dikir û guhdarî dikir. Hinek caran navbera çîrokêda civatê pirs dikir, wan jî bersiva pirsa wan dida.
 Li nava wan "şevbuhêrk"anda civat bi mêvandarî hate didin. Xwedanê malê ji bo mêvanên xwe yên civatê;  xwarin, wexwarin hinek caran jî fêqî pêşkêş dikir û rewşa dîwanê û çîrokê geş dikir.
Çîrokan gelek mijarêd xwe hebûn yên taybetî , evîndarî  şer û dîsa gelek mijarêd  qewimî bun. Minak: Wek Mem û Zîn,Xec û Sîyabend, Zembilfiroş, Cembelîyê Kurê Mîrê Hekarîyan  û Binevşa Narîn, Dewrêşê Evdî û Edulê, Kela Dimdim,Rustemê Zal, Xanê Lepzêrîn û Bişarê Çeto û hêjan...
Dema kû ev çîrokên dîroki anîn ziman hemû kesî rastîya xweya bîngehi li nava jîyana xwe di dît, li gorî wê xwe amade dikir  û çand û hünera xwe nas dikir. 
     Belê, ez hatim davîya nivîsa xwe.Ew dem di nava jîyana meda qewimî bun.
Gelo;mezin hebun,rûspî hebun, bi mêvandarî "şevbûhêrk" hebun,disa yên herî jîyankirî Çîrok û Çîrokbêjên me hebun...Mixabin! Ka ji minra bê bêjin :Îro çi heye?

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.