Jiyan û Navdarî

Di demên berê de, gava ku hîn jibo civaka sermayedarî diyarker ne bûyî, mirov çava navdar dibûn.

Jiyan û Navdarî
ALİYA DÜŞÜNMEZ

 Di demên berê de, gava ku hîn jibo civaka sermayedarî diyarker ne bûyî, mirov çava navdar dibûn.


Hesinkarekê ku navê xwe belavî erdnîgariyê cuda dikir, hekîmekê, ango zanayekê.

Taybetmendiyê mirov yên ku hempîşeyên xwe cuda dikir û zanabûnên xwe ji hevre derbaskiri çi bûn. Di roja me de jî hîn mînakên wisa nînin gelo? Restoranên gelekî lûks heyî, çima cihê hevdîtina timî dibe holikên masîvanan.

Mirovên wisa hîn hene di nava mede. Xwe bi taybetmendiyên xwe yên wiha cuda digrin, ew ji hempîşeyên wan hîn cudatir têne nîşandan. Ez wan weke ku xwe bi karên xwe didene îfadekirin dibînim. Ew xwediyê hestên azweriyê taybet yên hûnermendanin.

Em dikarin  bi wateya ligorî pêdiviyê rast yên mirovan binirxînin lê ew yêk ma bese? Gelekî hempîşeyên wan xwedî tecrûbe û jêhatîbûnê ne û dikarin ligorî pêdiviyan heman astê bibine bersiv. Ez vê yekê bersivdayîna pêdiviya zêdetir, bine sedemên bandoreke ku heyrantiyê avabike di nirxînim.

Baş e  bandora vê jêderka efsûnê çiye? Mirov dikare tinê biqabiliyetiyê eşkere bike? Gava ku ez lê hûr bûm hin wêneyên jiyanê li ber çavên min derbas bûn. Ez dixwazim hêleke mirovên wiha min matmayî dihêle parvebikim.

Xwedî kesayetiyên wisa ne ku xebatên xwe di kesayetiya xwe de xuliqandine. Di şiklê hewldanên wan de, mijarên nîqaşên wan hemû demên xwe bi karên xwe dagirtine wan kesayetiyane. Gava ku diyariyekê didene yekê tişta herî xweşik li ser karê xwe dibjêrin. Mînak aşpêjek, jibo we vê rojê hemû hûnerên xwe dide pêş û xwarinên xwe yên herî xweş amadedike.  Wênekarek jî, jibo we weneyeke taybet tesewir dike. Ew yek ne bi tenê baweriya ku bête ecibandin, ew bi rastî wek diyariya ku herî xweşike jibo we pêşkêşdike dibîne.


Ev nêrîna wisa ya wan ku bi pejnayiya wan  ji mere derbarê wande gelekî agahiyê berfireh dide.  Ew qadên wan çi dibe bila bibe, di bingeha hilberanên xwe tû carî weke serkeftî ango ne serkeftî na nêrin. Tişta ku ew esas digrin çi qasî xweşik çêdiken û zewqa xwe çi qasî tiji diken vê yekê ji xwe re bingeh digrin. Li ser mirov çiqasî bandorê awadiken zêde pê eleqedar jî nabin, ev yek encama şêwaza wan ya xwezayî ye ji xwe. Nirxdayîn bi xwe pêş dikeve.

Em dibînin ku di tevahiya dîrokên civakan de, yên ku şop du xwe de hiştine kesayetiyên wisa ne. Girêdayî kîjan gelan bin bila bibin, di tevahide gava ku em mêzeyî çanda wan diken tim şopa kesayetiyên wiha, keda wan û azweriya wan rastî me tê. Ew xuliqkerên şaristaniya mirovahiyêne.

Ew silavkirin, xwedî şêwazên wan derketin deynê sitûyê meye, ez wisa difikirim. Bê guman ev nivîse ne nivîseke bîranînê ye. Ev qas behskirina kesayetiyên dîrokî êdî bese. Ez dixwazim hinekê jî derbasî  hêlên me yên bi wan re girêdayî behsa vê bikim.

Di dîrokê heya roja me ya îro de her çi qasî rêbazên hilberanînên mirovan de guhertin, veguhertin, şoreş çêbibin jî, mirov heman mirovin. Jibo tevahiya jiyanê encamên vê nêzîkatiyên me diyar dike. Em kîşan qadên hilberandinê de bi xebitin bila xebitin, divê wê qadê ewil em di xwe de avabikin, paşê jî ji xwe tevlî wê bikin. Çi qasî em rengên xwe bidenê, bi hestên rast nêzîk bibin emê jî şopên xwe ji dîrokê re bihêlin û ew yêk jî xeyaleke gelekî mezin û ji me dûr jî nîne.

Armanc navdarî nebe jî, tiştên ku me di serî de rêz kirine wan taybetmendiyan bikarin di xwe de avabiken vê navdariya me him ji demên niha re û him jî jibo nifşên dû me de vê bimîne. Em jî jibo xatirê xweşikbûnên jiyana ku em niha têde bêhnê digrin û distînin, xweşikbûnên xwede tevlî bikin, hêlekê de jî cevherê xwe tevlîbikin û di bin deynê dîrokê yê ku stûyê me de ye jî xilas bibin.

Li gorî we jiyan vê yekê heq nake?

 

[email protected]

Güncelleme Tarihi: 10 Temmuz 2013, 21:40
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER