JANYA

Payîzeke sar rojeke bi baran bû. Ewrên tarî kom bûne ser çiyayê zapê.

Dilê min de agirekî mezin hebû ji ber hesreta te.

Ev hesret wek tofaneke mezin bû; mîna zelzeleyekê...

Li ber evîneke pîroz radiwestiyam...

Ax xwezî zimanê min lal nebûya...

Xwezî çavê min neketiba rêya te..

Ez di nav xeyalê evîna te de berze bûm...

Çima agirê dojehê di hindurê min venamire..

Hebûna te ji bo min wek rizgarbûna welatê min e..

YORUM EKLE