CUMHUR KORKMAZ/YAZDI
Yayınlanan Yazı Şu Şekilde:
"Hinek caran ez di nêrim derdoraxa û wan civakên berê dînim bîraxwe; qedrê berê, rabun û rûniştina berê dê bîramin. Bi rastî gelek rewşên kûr li ber çavêmin di borin.
Li ser wê erdnîgarîyê,gelek civak hatin û jîyankirin lê nava wan civakan ya herî mezin mêvanperver û qedirşînas civaka gelê mebu...
Wekî berê bav û kalên me ji bo me gelek jîyaneke bilind, rûniştinek paqij û hûnbuni li nîşandanîbu.Li nava civakê da herdem qedrê mezinênme hebu civanan ji bo mezinênxa hûrmedek bilind digirt,dema kû pirskirêgek li nava civakê di qewîmi, mirovên mezin yên kû rûspî civatî di girt û biryarek da, êdî herkesekî ev biryare esas digirt û li gorî wê jîyanaxa berdewamdikir.
Dîsa mirovên rûspî,civat komgir û li nav jîyanêda çîrok, serhetî, gelek dem û gotinên berê anîn ziman hemû kesî jî guhdarîya wan dikir.
Li nava kolanan da kadan da hemî kes dema kû hatin cem yêk Slav digir û pirsa rewşa jîyana hevdu dikir...
Li wan demane da qedir,hûrmet,Slav û rihma mirovahîyê hebu.
Dîsa cînaran li gel hevdu rabin û rûniştin alîkarîyek hêja hebu dema rewşa yêki ya aborî başneba cînaran alîkarîya vî kesi dikir.
Govend û dîlanên me dengbêjî hebun bi vê dengbêjîyê çand û hunerek mezin pêk anîn.
Bingeha civakame ya berê di dîroka qedîmda cîh girtibu.
Bingeha hemû alîyên civakêda peyvîk'ên zimanxweş û serbilind hebun.
zimanê meyê zikmakîda mînak; lebê,belê,keremke, serserêmin û serçavênmin cîhek bilind hebu û herkesekî civak bi van gotinan di parast.
Li naw hemû şîroveyên me mirovahî deng û rengekî bilind xwedi xemiland û jîyanaxa domdigir.
Demên berê civakê da lê dema yêk' î soz û Peymanek dida herdem liser wê soz û peymanê dima.
Tê bîrame, derew nebu wexda kû mirovekî derew dikir civakê linav beraxada tekand û hemû kesan ew mirovê derewîn civatî qebûl nedikir.
Belê ya min îro anî ziman, mîna çîrokê bo
Gelo min ne zanî kû li navbera 20 salanda civak û civatî dê hinde lez bê guhartîn.
Min hinek tişt anîn ziman ez dırêj nakem ew civake û ew civatên 20 sal berya niha çawabun hûn şîrove bikin ka yên îro çawanın...
Min gotinaxa parvekir: