Têkiliyên jin û mêran li ser kîjan bingehan awa dibin û çawa şewqê dide jiyanê?
Em timî gotina divê jin di hemû qadên jiyanê de cih bigre dibhîsin. Lê di rastiya jiyanê de jî, em rastî astenbûnê çalakbûna jinê di her warî jiyanê jî dibin. Mînakeke li hev ne girtinê bibe jî, xwediyê gotinan, li ser pratîkên xwe zêde nafikirin, ango rastiya ev gûmanên ku dibên li gorî vê di cevherê xwe de, xwe qanî nakin derdikeve holê.
Feraseta tevlîbûna jinê ya jiyanê ku li gorî tevkarî girtina dest, feraseteke sûdwergirtinêye. Ez lêvegerandina vê yekê rast nabînim. Tevlîbûna jiyanê mafeke û ew maf zikmakî hatiye destgirtin.
Ew yek bi karanîna kuçeyan, bi karanîna qadên civakî yên jiyanê, demên hilberînê û ligorî pêdiviyên demên ku hunerweriyên xwe pêşbêxin hemû qadan digre nava xwe.
Xapandinên di rastiya çandên civakî de hêleke dû rûtiyê heye li gorî min. Mînak him li pêşiya tevlîbûnê astengî hatini awakirin, him jî li himberî pirsgirêkên ku sedemên ne tevlîbûna jiyanê berpirsyariyek nayête girtin. Madem zilam dibên divê jin tevlî hilberîna jiyanê nebe, wê demê mekanîzmayên aborî yên ku pêdiwiyên wê yên jiyanê divê bêne awakirin. Mafê bêgerew yê meaşi jibo wan binasin! Nêzî vê yekê jî nabin. Astengirina tevlîbûna jiyanê têrê nake, bêhngirtina wan jî zilamre tê girêdan. Hinekê însaf, hinekê wijdan.
Bê gûman ez naxwazim têgehiştineke ku jin bê hilberîn bijîn bê famkirin, tenê ev neheqiya ku tê jiyankirin û ev li hev negirtina tê jiyankirin min xwest balê bikşînimê.
Tenê sedemên candî jî nînin, tê gihîna zilam ya bi jinê re têkilî danîn jî girînge. Di vê hêlê de perwerdekirina zilaman, bi hev re parvekirina jiyanê ya bi cinsê li himberî xwe, li himber qadên jiyanê nebine asteng û çanda bi jinê re têkilîdanîn, herwekedin di hemû mijaran de divê zilam baş bête perwerdekirin.
Jin jî, weke wan gûmanên di hemû qadên jiyanê de hebûn, keda xwe jiyanê ve girtin, êşên wan, tengasiyên wan, hêviyên wan û xiyalên wan heyî, divê zilam bi vê têgehînê nêzî jinan bibin ne weke laşeke bibînin.
Her roj nûçeyên hin deran yên weke tecavuz û destdirêjiyan tên, di wan bûyerên ku em dibhîsin de tinê bandora xwe li ser mexdura nake. Ew yek tevahî jinan û zarokan jî dixe nava tirs û gûmanan de û li himberî jiyanê bê baweriyekê pêş dixe, rê li pêşiya malbatan diveke ku zarok û jinên xwe di nava sinorên parastinê bigrin. Ew yek ji nêzve bandorê li ser me hemûyan awa dike.
Li ser vê rewşê nivîseke ku min gelekî eciban û di înternetê de digeriya dixwazim bi were parî bikim. Lê jêderkavê ne diyare û çiqasî rastiya wê heye jî emîn nebim jî, jibo şikleke fikrandinê, bi taybetî pêdiwiya me ya ferasetekê îfade dike ez dixwazim bi were parî bikim.
“ Li Îngilistan’ê jinek şevê parkekê de rûniştiye, kesek nêzîkbûye û helweseteke êrîşwarî nîşandaye. Dibine dozlêkirî. Hakim jiber ku heft rojan keçik tirsandiye, heft salan li Îngilistan'ê keçikan şevê nevêrane derkevine parkê bi azad bigerin tê gotin ceza lê hatiye birîn.”
Li wêderê di mînakê de jî weke tê dîtin ew êrîş tenê vê jinê ne hatiye kirin, di rastiyê de, di vê parkê de şevê bê fikara baweriyê, bi rehetî çûna parkê vê mafi êrîş hatiyekirin. Gava ku kîjan navçeyên me de piştî bûyereke wiha em hemû jî dizanin, bi karanîna vê qadê ya bi temamî tê qedexekirin yan jî bi fikarên mezin bi karanîna wê tê berdewamkirin. Ew rastiyeke sosyolojîke. Jiber vê yekê hemû tiştên derdora me de diqewimin, di bingeh de jiyana me hemûyan eleqeder dike. Her yek me jibo parastina qada jiyana xwe têkoşînê dide.
Mixamin rastiya çandeke me heye ku zilami digre navenda tevahiya qadên jiyanê û hemû tişt li gorî wan hatini dîzanykirin. Ew rewş tevlîbûna jinê ya jiyanê li pêşiya bi karanîna mafên xwe jî gelekî zehmetiyên mezin awa dike û jibo jinan li gorî zilaman sed qatan zêde qadên têkoşînê di hilperastîne.
Ezê mînakeke welatekê ku gelekî nêzî çandameye bê şîrove bidim. Jiber ku tişta ku ez dixwazim bêjim çawa eşkere dike.
“ Li bakurê rojava yê Pakistanê di eyaleta Hayber Pahtunhva’yê de, ji hêla melayanve di meha remezanê de ger zilameke malbata wan bi wan re nebe derketina jinan ya kuçan qedexe kirine. Sedeme qedexê jî “bala zilaman belav diken” hatiye nîşandan. Biryar herêma Karakê di mizgeftekê de ji hêla mirovên dîndar û mezinên eşîretanve civînek hatiye çekirin û ev biryar hatiye girtin, di aparlorên mizgeftan de ji gel re hatiye ragahandin. Di daxuyanîya mirovên dîndar de, “ ger li gel jinan zilamek malbata wan nebin derketina wan ya sûkê hatiye qedexekirin û me biryar girtiye. Bê edebiyê belavdiken û di meha remezanê de rojiya zilaman xiradiken. Ger jinên tenê derkevin emê teslîmê polêsan bikin” hatiye gotin.”
Weke hûn dibînin, heçku tevahiya qadên jiyanê tenê yên zilamanin. Di vê civakê de pirsgirêk jinan deye? Ango pirsgirên têgihîna zilaman ya jinan deye?
Qasê ew kesayetiya zilam bête parastin, ger di kolanan de jinan nebînin jî vê êrîşî malan biken. Heya ku zilam jinan tenê weke nesneyeke ku xwe pê tetmîn bike bibîne, hestên wê, kar û pêdiviyên wê yê hilberînê tune bihesibîne, ew tedbîrene vê jibo bine asteng?
Mafê tevlîbûna jinê ya jiyanê astengkirina we, ew maf tune hesibandina we hemûyan jê qeriyam, em li ser paragmatizma we ya meşhûr binêrin. Bi rastî ew kesayetiya zilam ya wiha, ger jin ne derkevine kuçan, tevlî jiyanê nebin vê pirsgirêk ne derkevin di vê mijarê de hûn xwe bawerin?
Jiyan mafê me hemûyane. Gava ku me dest bi bêhn girtin û standinê kiri me ew maf qezenckiriye. Wê demê pêşiya yek dû ne bine asteng û fêrî jiyankirina bi hev re bibin.
Divê zilam çanda têkilîdayina bi jinê re tê bigehe. Di qada hilberînê de çawa têkiliyê danê, qadên civakî de çawa têkiliyê danê, di ligerînên hestî de çawa têkiliyê danê mecbûre fêrî bibe. Xencî vê yekê him jinê û him jî jiyanê di kuje. Dayîk, qîz û xuşkên hemû kesê hene jiber vê yekê ew pirsgirika hemû kesê ye.
Jin jî jibo jiyana xwe neçarin têbikoşin, ji we dixwazin hûn vê yekê rast tê bigehin. Ew yek ne tinê têkoşîna jinên ku jibo dilxweziyên xwe we aniye rewşa nesneyekê nîne, ew mafê jiyankirina dayîkên we, xuşkên we ye, ew têkoşîna mafê bêhngirtinê ye.
Güncelleme Tarihi: 25 Temmuz 2013, 00:31
yüreğine sağlık çok güzel değinmişsiniz severek yazılarınızı okuyorum ama bundan çok etkilendiğim için ilk defa yorumluyorum