CUMHUR KORKMAZ/YAZDI
Yazar Cumhur Korkmaz okuyucuları için ‘Payîze Gul Weşiyan' adlı bir Kürtçe şiirini kaleme aldı.
CUMHUR KORKMAZ’IN YENİ ŞİİRİ ŞÖYLE:
Li ber avên îlonê digerim
Bêhna gulên xemgirtî li derdoramin
Dem û devran tên guhartin
Di barin li nav hîvîyên zarokên meda
Payîze gul weşîyan li nava dilêmin.
Payîze îro navê min
Ez ne havin ne jî biharım
Îro di cemidîd bedenamin
Qaz û qulink tew bargirin û çun
Payîze gul weşîyan li walatêmin.
Porên min wekî pelên xemgirtî
Bax û bostanên me cilmisî
hinarên sor bîhokên zer dîyarbun
Dema dengbêjane wek her caran
Payîze gul weşîyan li ser dîroka gelêmin.
Baranên ewîrên tarî destpêkir
Evînên pel weşîyayê digerin
Dar û ber îro sêwîman li hemû alîyan
dengê brûskên asimanan wek birînên kûr
Payîze gul weşîyan bi xeyalên jîyanamin
Güncelleme Tarihi: 30 Eylül 2025, 14:12