Kûrdî-Derê Bangewazî

Kurdî-der bangewazîyek da kû dibistanên dewletê boykot bikin û li hemberê dibistanên dewletê li dibistanên zimanê Kûrdi avakirin. Li ber vê yêkê 15 Îlonê dê meşe kê li dar bixin.

Kûrdî-Derê Bangewazî
 CAHİT YİĞİT - YÜKSEKOVA GÜNCEL

Kûrdî - Der li şaxa Geverê bangewazîyek da kû 15 Îlonê Saet 11:00'de meş e kê li dar bixin kû tewahîya gel tevlibûna wê meşê bibin. Kûrdî - Dêr  Bangewazîya xwe de weha digot;  

Ziman nasnameya gel û neteweyan e. Tu neteweyek bêyî ziman nikare hebûna xwe bidomîne. Ji bo domandina hebûna neteweyî hêmana herî jêneger, perwerdahîya bi zimanê dayîkê ye.
Bi dehan salan e ku dewlet li hemberî vê mafê gelê kurd yê xwezayî û însanî, di polîtîkayên pişaftinê de israr dike.
Li hember vê israra dewletê e mê dibistanan boykot bikin û meş li dar bixin. Ji bo wê em bang li gelê xwe dikin ku; tevlî meşa 15’e Îlonê  bibe û ji 15’ê Îlonê û pêve hefteyek dibistanên fermî boykot bike û zarokên xwe neşîne wan dibistanan.
Herwiha êdî gelê kurd, ne bêalternatîf e û dibistanên xwe ava dike. Di 15’ê Îlonê de, bi navê “Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş” dê dest bi perwerdahîya bi zimanê kurdî bike. Qeydkirin didomin.

Em wekî sazî û dezgehên sivîl bang li gelê xwe dikin ku, zarokên xwe yên 6 salî bînin li dibistanên xwe yên kurdî, qeyd bikin. Xwendekarên vê dibistanê dê bibin yekemîn momaste, bijîşk, endezyar û parêzerên siberoja gelê kurd.

Cihê meşê : Ji ber Navenda Çanda Gever ê
Dîrok : 15 Îlon 2014
Saet  : 11:00

Güncelleme Tarihi: 10 Eylül 2014, 12:45
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER