Nalîna Zivistanê

Asîmên xwe bi kirasê zivistanê yê efsûnî nixumandiye. Befr hûrik hûrik xwe li rûyê erdî berdide. Vî bajarî û kolanên wî bi çarşeveke spî dorpêç dike. Rê bi mirovên têrendîşe ve tije dibin.

Xortekî peya di nav lêvên wî de cigare; jixweveçûyî bi rê ve diçe. Her tiştek di vî çilê ereb de dicemide û diqerise. Heta çûk jî ji hêlîna xwe dernakevin an jî ji bo firê bêdil in. Her kesek rûyê xwe tirş dike, hewayê aciz dibe û xwe dide bin siwandekî.

Lê belê ew xort di vê sermayê û di bin befrê de bi cilên nazik ve digere. Mirov li rûyê wî dinêre derd û kul difûrin, wek çiyayê ku befra sor lê dibare...

Çima ev xort wisa xemgîn e? Mirovek çawa wisa bi tenê û bêkes dimîne di nava qelabalixa bajarî de?

Wisa diyar dike ku xewn û hêviyeke wî ya biharî jî tuneye. Di nav jiyanê de xeniqiye. Bêdengî û bêhêvitiya wî wek befrê dibare ser cadeyê.

Sir û seqema zivistanê li hinavên wî tije dibe. Tenêtî xwe berdide gewriya wî; tirş e, jehr e, her wiha êş û nalîn e. Nalîneke bêdeng jê bilind dibe.

Zeman mîna lehiyeke har wî dide ber xwe û dibe. Her tiştek li ber wî berze(winda) dibe. Nalîna wî ber bi esmanan ve diçe. Bêhna wî teng dibe, hestên wî nexweş dikevin, xewn û xeyalên wî dimirin. Dikeve nav dinyayeke bêbext û qelabalix de, bêwec û bêper dimîne, bêçare û bêhêvî, bêrê…

Çavê xwe di nav tarîtiyekê de vedike. Dilê wî di nav kolanan de bi çavekî kor û wareste dixirike. Di hundirê wî de hîseke giran mezin dibe û ji xwe bêzar dibe.

Hebûn mîna befreke spî dikeve li ser milên wî û hêdî hêdî şeqî dike û bi xwe re dibe. Hemû gotin û kiryar tesîra xwe wenda dikin. Raborî dibe xewneke dûr û dirêj...

Di vî bajarî de befr û serma nasekine û giran dibe; her tiştek jî wisa nasekine, di halê xwe de, li rêya xwe tevdigere. Dîrok jî her wisa xwe dubare dike û gora mirovatiyê dikole.

Xort di nav tenêtiyeke kûr de dimeşe. Fikr û raman, kêf û zewq, eşq û şik, hebûn û tunebûn li holê radibin. Têkiliya wî û ya jiyanê bi temamî ji hev diqetin. Bawerî û hêvî gav bi gav jê dûr dikevin. Erê, dûrî û firqet curekî mirinê ne.

Ew xort di nav qelebalixa bajêr de berze dibe, bajar di hinav û mêlakên wî de berze dibe. Her wisa tiştê ku hatî afirandin di nav lepên hebûnê de xwe berze dike, pûç dibe, tarî dibe; disoje û diveje...

YORUM EKLE