Çemê Hişmendiya Mirov Newa

Di jiyanê de tiştên tê vegotin û hêlên ku bang mirov dike û em bi kijanan xwe vedibêjin. Kîjan me, di kîjan mijaran de xwe dibînin.

Çemê Hişmendiya Mirov Newa
 Aliya Düşünmez[email protected]

Hinek xwe dihêline herikandina xwezayê, hinek xwe
  bi dengê avê re berdiden, hinek jî xwe teslîmê tingiya sitranekê dike. Baş e gelo kîjan herî zêde behsa mirov dike di vê mijarê de em di nava rojê de qet difikirin? Mînak parçeyeke staranê, di cîhana xeyalan de mirov dibe kîjan dera û tîne. Ango herî zêde kîjan helbest û sitran bangê (xîtab) me dike, ji hestên me re dibe wergervan. Em li gorî rewşa giyaniya xwe sitrana dibjêrên ango her yêk me timî terzeke mûzîkeke vî/wî heye an na?


Sitranên dengbêja timî herî zêde di rêyên dirêj de têne guhdarkirin, gawa ku mirov wan guhdardike, ger rê jî,  rêyeke dirêj be û di qeraxa vê de jî çemek biherike, him ahengiya mûzîkê û him jî ahengiya ava ku di çemde di herike dikevine nava hev mirov dikeve nava xeyalên çendî xweş ne wisa? Jiyanê mirov tinê di vê gavê de dibîne. Di vê demê de mirov cîhana hestan û cihana rastî jibona bikete yêk çiqasî tiştan difikire. Tiştên ku mirov nekirini mirov çiqasî dikeve xemê û jibo yên ku mirov bikare bike jî çiqasî bihêvî dibîne. Heçko ew tişta ku xeyal dike vê gavê vê bibe rastî hesteke wisa çawa xwe liser hemû kesayetiya mirov cih dike. Dibên “mûzîk qûta giyana mirov e”. Di demên wisa de mûzîk giyana mirov xwedî dike,  bêhna mirov fireh dike ne wisa?

Mûzîka me kurdan timî êş û windahiyê dike mijar. Hin caran ez difikirim û dibêm gelo qasî em rastî qetlîyama, redkirin û mandelekirinê hatine ji ber vêye hemû sitran û helbestên me de  êş, xem, mirin, hiştin û qutbûyîn tê bi kar anîn. Di sitranên me yên herî kêyfxweş de jî tinginîyeke têde cih digre.

Hemû êş, elemên ku gel jiyayî şopên wan di destpêka dîroka me de û heya rojame ya îro nifş nişf bi xwe re aniye. Ew êşene, di quncikeke hişên me de di hêla hestevarî de xwe cih kirine û bi me re mane. Ev yêk di nava jiyanê de cihê me, rêveçona me, fêmkirina me û hemû şêwazên jiyana me de bibandore. Em di haya vê de jî nabin. Şiklê heskirina me, şiklê hevalgirtina me, pêşvazîkirina mêvanên me, nirxên me, bi bandorbûyîna dîroka xwe heya roja me ya îro hatiye û em xwe bi vê yêke xwedî diken.

Kilamên me giyana me di sitrîne. Ji ber rewşa tiştên ku me jiyayî, jibo naskirina hestên me jî,  ji me re rêberiyê dike.

Ji ber wan sedeman hemûyan ez di vê fikrê de me,  kesên ku bûyerekê, ango diyardeyekê gotin û xistina klamekê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên wan. Di vê zanebûnê de mêzeyî cîhana hest û fikrên xwe  biken. Yên ku wan zeîf diken ne, gava ku guhdar diken hêza van de heyî derxine holê, ew berpirsyariyeke ku hestên wan û xeyalên wan deriyê vekirî de bikeve hûndirê hemû giyanan.

Guhdarvan jî di berpirsyariya xwe de azad nînin. Dibê li himberî hûnermendê di vê kurahiyê û zanebûne de rêz bin û biha bidenê, di civakê de cihê ku heqkiri jê re veke berpirsyariya guhdarvana jî di vî milî de heye.

Baş e giringiya mûzîkê veke ku me serî behs kiriye çima ciwanên me ew qasî meraqî mûzîka bîhanî diken ew yêk çiye? Xwe dîtina wan tinginiyan, rîtman de emê çawa şîrove biken. Jiber kêmahiya hûnermendan ku anîndeyê çaxê em tê de dijîn xwe li gorî vê ne hecinandine jiber vê yekê ye? Ango parçeyeke xwe weke bîhaniya dîtine. Ango qet mereqa ku çend cûreyên mûzîka çanda me yê bê gotin hene, di vê meraqê de nînin?

Bawer nakem. Lê meraqa li himberî mûzîka bîhanî cûreyeke cûda wan dorpêç dike û kêfeke cûda lê digrin.

Ez tevlî gerdûnîbûyîna mûzîkê dibim. Mirov divê hemû mûzîka gûhdar bike ez tiştekê nabêm lê tişta ku aîdê me ye divê em zêdetir lê xwedî derkevin.

Dibe ku nifşê piştî salên 90’an herî zêde mûzîkê gûhdar diken, zêdetir serîhildan, dijrabûn û tekoşîna ji destgirtina hin tiştan hişyariyekê dike. Lê di dîroka mûzîka Kurdan de tim serîhildan, dijrabûn û tim ketin û windahî heye.

 Dîsa di mûzîka me de tim jin bi xweza re tê yêk kirin û tim dûrîdest dibe. Di gelekî parçeyên helbest û sitranan de têm a ne gihiştina jinê girani heye. Ew yêk jî bawerim di çanda me de ciheke veşartî de qebûlkirina pîrozbahiya jinê ve girêdayî ye.

Gelek hozan gava ku di sitranên xwe de jinê digre dest, bi welat re bitûnî digrin dest û jin û welat di sitranên wan de dibin yêk. Gihiştina jinê veke ku higiştine xaka xwe, welatê xwe wisa digrin dest û didin naskirin. Dibe ku bala me geleka ew yêk nakişîne lê di çanda me de, di kilamên me de jin jî veke welat pîroz tê dîtin.

Mûzîk heqîqatê hildigre, heqîqatê di pispisîne û bi guhdarvan re dest dide yêk, heqîqeta wê ji nûve di afirîne, jinûve binavdike. Tamê dide xeyalan, hevaltî jê re dike û ji nûve mirov têxe nava xeyalan..

Güncelleme Tarihi: 13 Haziran 2013, 17:15
YORUM EKLE
YORUMLAR
Ercan
Ercan - 11 yıl Önce

xêrhatî...

SIRADAKİ HABER