Ciwan û Hêvî

Ciwan weke dendikê şiklê didene tevahiya dara jiyanê ne. Ew dar, cihê xwe di nava jiyanê de sereke digre, zerengiyavê, dirêjiya çepilên vê, fêkiyên vê, tama vê tim di vê demê de em digrin û ev yek jî pê biryarên ku em wê demê de digrin bi derfetên me yên vê heyamê diyardibin.

Ciwan û Hêvî

ALİYA DÜŞÜNMEZ 


Di vê mijarê de berpirsyariya ku hay jê heyî li ser milên wê civakê û mezinên di nava wê civakê de dijîn deye.
 


Di wan salan de li ser zarokan ger mekanîzmayeke qontrolê ya bandor bê avakirin û ev bêne şopandin, li pêşiya gelekî pirsgirêkên derdikevin  di demeke zû derfetên pêşîgirtana wan pirsgirêka bikeve destê mirov. Qesta min ya qontrolê ne zordestiye. Ez behsa şopandina pêşveçûna wan, jibo wan li gorî qabiliyetên wan rêbertîkirin û wan li gorî demê zana û rast mezinkirinê dikem.

Çerxa ku em têde dijîn ciwan, li gorî demên me hîn zêde pirsgirêkên taybet di nava xwe de dijîn. Ji wan re timî jêderkên cuda gelekî agahî, xeyal, armanç û jibo jiyanê wate têne pompekirin. Ciwan bi wane re şêvazeke bê tecrûbeyî rû bi rû dibe û tercîhên xwe tenê ku bandorê li ser wan avabike destnîşan diken. Lê ya bi tendirûstî, qasî bandora li ser me avadike, di parzûnka tecrûbeyan de vestrandin, bi encamên vê re girtina dest, bi danîna li ser hîmeke aqlane. Ev yek him weke malbatî zarokên xwe parastina jiyaneke ku têde winda neken hewldayîn, him jî jibo parastina silametiya civaka xwe jî zarûriye.

Jibo vê yekê jî bi taybetî ferdên malbatê û sazî û komalan berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên wan.

Di herema me de bêkarî sinorên herî bilindeye, di vê halî de rewşa ciwanan jî cidîbûneke cuda bi xwe re tîne. Bi taybetî em li himberî ciwanên ku  piraniya wextên xwe wala derbaskirin, jibo pêşxistina xwe ya kesayatî zêde nirx ne dayîn, jiyana xwe li gorî mezinên xwe rêk û pêk kirin re rû bi rû ne. Ez hinekê hewl bidem ku li ser kûrahîya vê pênasê rawestim. Ew ciwanên ku di nava civaka xwe de têr nebûne, alternatîfên wan teng mayî, jibo pêdiviyên xwe derve pêk bînin, fikra wan tim li ser derveye. Jiber ku xwezaya ciwanan û enerjiya wan timî nikare raweste. Timî di nava herikandinekê deye. Di nava lêgerîna dagirtina walahiya deye. Di nava lêgerînê deye ku enerjiya xwe derxîne derve. Gava ku gihiştina cokên rast re bê par man, xwe jiber bê tecrûbe bûna xwe kîjan coka derdikeve pêşiya wan xwe berdidenê. Ango ger enerjiya xwe bi kar neyne, jiber zordariya di hûndirê wan de xwe nîşan dide nikarin çareserbiken neçar dibin serî li tevzînokbûnê diden.

Ev yek ne tinê bi şêwaza çalakiyekê ango tevgerekê re sinorkiriye. Serlêdana cûreyên wiha yên rêyên giridana arîşeyan bi xwe re, binpêkirina exlaqê civaka ku di navde dijî û xwe jibo vê yekê qanîkirin di ciwanan de derdikeve pêşiya mirov. Jiber vê yekê em dibên vê rewşê dejenerasyon. Dejenerasyona ku di kesayetî de destpêdike, yên ku dibên vê derveyî civakê bimîne û xwe li gorî vê yêke qanihkirin jî safîtiye. Jiber ku bi hevbandorî, şêwaza fikrandina wisa, helwestên wisa vê belavbibin. Roj vê bê mirov nikare pêşiyavê yekê bigre vê bighe wê astê.

Di bingeha pirsgirêkên ciwanan de, arîşeya danûstandina  di nava malbatê em dibînin.  Sekna dêv û bav ya ewle, jibo zarokên xwe rola sereke û modelên rast, xweşik, baş di nava malbatê de timî bi hêz divê timî vê yekê temsîlbiken.

 

 

Em arîşeyên ciwanan yên siyasî û civakî, bi civakek ewle, bi malbateke ewle encex bikaribin çareserbikin. Herwiha çareserî bi perwerde û kesayetiyên keyfxweş têne pêkanîn. Qasî ku hilberîne ewqas bi feydeye, qasî ji xwe re sûd bigre, jibo malbata xwe û civaka xwe jî keyfxweş be, fikreke rihet û şikleke sekinandineke rast divê em wan bidene qezençkirin. Ew yek hemû him bi fikra berpirsyariya me ya hestevarî him jî dîzayna civaka me de girêdayî ye. Em civakeke xweşik çawa difikirin û xiyal dikin, divê em jibo ciwan jî sûda xwe li vêderê bigrin û vê civakê xwedî bike divê em ji wan re avabikin. Divê em timî vê hestê li wan bidene hîskirin.

Îro çendî ciwanên me, nizanin ku demên xwe yên wala çawa bi nirxînin. Jibo demên xwe yên wala bi nirxînin derdor û organîzasyonan mixabin bêparin.

Ciwan jibona nava jiyanê de xwe watedar û nirx hîsbikin, divê enerjiya xwe jibo xebatên watedar û feydelî divê di nava roleke wisa debin. Divê nebine yên ku xilasdikin, divê bine yên ku hilberandinbin.

Karê me yê herî sereke, divê jibo kesayetî xwe nirx û watedar hîsbike ev be. Di vê mijarê de amûra avabikin. Jibona vê jî peywirên civakî, xebatên civakî pir girîngin.

Divê em enerjiya ciwanan, jibona hilberandinê tiştên sûdê wergirin bala wan bidene vê yekê, hejmara zarok û ciwanên ku wextên xwe di kehvexaneyan de û cihên internetê de di kujin her roj zêdetir dibin. Jibo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê em tespît bikin ku ciwan çi dixwazin û çi hesdiken.

Gava ku jibo ciwanan polîtikayan hildiberînin, di destpêkê de divê em ciwanan bipirsin. Ne tiştên ku em dixwazin, tiştên ku ew dixwazin bipirsin, derfeta ew bixwe polîtikayên xwe û projeyên xwe hilberînin avabikin, pişgiriyê bidene tevlîbûna wan. Ciwanên ku derveyî dibistanê tinê diçine fêrgeha û jibo ezmûnan xwe amade diken ne ciwanên wisa, ciwanên ku jibo jiyanê xwe amade diken, zandariya xwe zivirandina sekna xwe di vê mijarê de cihê perwerdeya ciwanan, jibo ciwanan pirtûkxane, cihên werzişê, navendên ciwanan, navendên çandê divê bêne avakirin.

Divê ku zarok jibo ezmûnan xwe amadebiken derveyî fêrgeha amûrên perwerdê, şêwazên perwerdê, kar, derfetên ku xwe pêş bixin em ji wan re avabiken. Ger em derdorên wiha civakî jibo ciwanên xwe avaneken mixabin dawiya ciwanên me vê xirab be. Bi taybetî jiber pirsgirêka rewîn rêya herî hêsan vê bala xwe bidene karên xirab, vê xwe ji malbatên xwe dûr bigrin û herku biçe vê dûrî çand û kevneşopiyên xwe bin. Bi temamî vê fikra wan li ser derve be û hêviyên me yên jibo ciwanan jî herku biçe vê kêm be.

Pirs niha ew e, gelo em dikarin piştgiriya xwe bidene ciwanên xwe, ku jibo ciwanên me bine xwedî kesayetiyên rast, ango emê bêjin çawa pêş dikevin keyfa xwe ne?

Güncelleme Tarihi: 04 Temmuz 2013, 16:30
YORUM EKLE
YORUMLAR
Ercan
Ercan - 11 yıl Önce

ger em derdorên wiha civakî jibo ciwanên xwe avaneken mixabin dawiya ciwanên me vê xirab be...

raste..

SIRADAKİ HABER