Di her navberekê de wêneyeke cuda

Xwendin, xilasbûn, hêza azadbûyînê mirov dide qezenckirin. Yên ku nexwenîn, di çerçoveya fikrên teng, di nava kêmasiya kevneşop û bastaniya de girtiye. Yên ku xwendinê hezdiken, di erdande na herikin, bi lêxistina baskekê fikrên gerdûnî di nava demsaliyeke keyfxweş bilind dibin. Mirovahiyê de kesên ku herî mezin di nava civateke zana dijîn.(Payot)

Di her navberekê de wêneyeke cuda
Aliya Düşünmez- [email protected]


 Gelo kîjan me, çi qasî xwendina pirtûka hezdike. Kîjan me gava ku pirtûkekê dixwînin xwe di nava wê pirtûkê de dibîne? Çawa ku, werzîş û perwerdeya bedenê jibo laşê mirov pêwîste, pirtûk xwendin jî, jibo mêjiyê mirov evqas pêwîste ez di vê fikrêde me.


Pirtûkên ku em digrine destê xwe û rûpelên wan di zivirînin em kîjan hesta dijîn. Gelo pirtûkên em dixwînin jiyana di wan pirtûkan û jiyana xwe qet em didene berhev? Em qet rêvîtiyekê di nava salên xwe yên borî de diken ango xiyalan jibo paşerojên xwe diken?

Di nava bazdana rojê de, pirtûkên ku em dixwînin carna weke ku mirov di qeroxa cemekê de bin sîha darekê de rûniştî û bêhna xwe vedide li me tê an na?

Pirsên me yên weke çil girêkên ku benikekêve ango lihevketibûna me, gelo gava ku em hevokekê  dixwînin em rastî tên, ji nişkive ku weke dareke sehir lê girtî bersiva hemû pirsên me dide an na?

Bê gûman jiyan di pirtûka îbaretir nîne. Lê pirtûk jibo gelekî jiyanan, jibo gelek ezmûnan, gelek çandan deriyeke jî. Şiklê destgirtina jiyanê, kesekedin ku xencê meye. Gelekî rêbazên jiyanê ku jibo çareserkirina pirsgirêkên ku em rû bi rû dimînin nîşanê me dide. Derveyî rê û rêbazên ku em fêrîbûne, agahiyên cûda yên heyî jî giyana mirov rehetdike.

Mirov gava ku di cihana xwe ya hûndirînde xirikandinekê bijî din ava rêzên pirtûkan de, di heman demê de gerdûna xwe jî di şibînîne vê pirtûkê. Pirtûk heman demê derfetên herî girîng yên navbeynkariya mirov bixwe jî,  dide mirov.

Ciwanên vê demê pir jîrin, dikarin hemû tiştan zûka biken tê bigehin lê meraqa wan ya xwendinê çiqase gelo?

Gava ku  min ev nivîse nivîsiyî ez mala hevaleke xwe debûm. Xurfeya (ode) ku ez têde rûniştim hema di hemû goşeyên vê de pirtûk hebûn. Heya dîvareke xurfê bi seranser pirtûkgehek danîbûnê û ev pirtûkgeh tijî bûye. Hemû cûreyên pirtûkan têde hebû. Tû pirtûkên lêkolînan bêjî, çîrokan bêjî, romanan bêjî, helbestan bêjî, yên wêjeyî bêjî û pirtûkên olî bêji hemû cûreyên pirtûkan hebûn. Gava ku mirov mêzeyî dike hêşên mirov tevlîhev dibe. Gelo ez kîjanê bigrim bixwînin mirov dû diliyê dijî.

Gava ku min jî ew pirtûkgehe dîti xêra vê, min kîjan pirtûk girte destê xwe bi zivirandina her rûpelên pirtûkê ez ketime nava rêvîtiyekê. Min mêzekir di nava çend demjimêran de, diviya ku ez derketibama çend rêvîtiyên dî hene ku ez cihê lê rûniştim û ez ketime nava hin cîhanên cuda, çandên cuda û erdnîgariyên cuda de. Kijan pirtûka min girti destê xwe ez bi xwere xistime rêvîtaya cîhanên cûr be cûr. Ger derfetên min yên xwendina pirtûkên vê pirtûkgehê hebûna ango min ew qasî dem ji xwere veqetandibana, bawerbiken min qet ne dixwest di vê rêvîtiyê de vegeriyabam. Jiber ku ez cihê lê rûniştimi girtim bi xwere birime nava welatên xwe, demên ku jiyayî û di wan dîrokên ku têde hatini nivîsîn min rêvîtiyeke wan deman hemûyan kir.

Heskirina xwendina pirtûkan, heskirina fêrbûna cîhanên nû, jibo keseyetiya mirov jiyanê hîn zêdetir watedar dike. Jiber ku her pirtûkeke nû jiyaneke nûye û yên ku dixwînin derdixine rêvîtiyeke keşfên jiyanên tijî hatini jîn. Hinek ji wan dawiya van xweşin, rêvîtiyeke keyfxweş, hinek wan jî bi dawiyeke xemgîn û eş xilasdibin.

Baş e qet ticarî em xwe dixînine şûna xeysîyetên ku di pirtûkan de derbasdibin? Mînak pirtûkeke ku dîrokê şîrove dike gava ku em digrine destê xwe, şerên ku di vê dîrokê de qewimîni ango tekoşîna jiyanê ya di vê demê qet li ber çavên xwe em zindî diken? Fikrên me yên ku em dibên gelo qet dibin? Em xem dibin daku em di wan deman de nejîne, ango başe ku em vê demê nejîne em tu caran ji xwere dibên? Gava ku em wan çîrokan û wan jiyanan dixwînin hîsa ku em jî, yêk ji wanin li ser me xwe nîşan dide an na? 

Jiyan bixwe jî ne pirtûkeke? Baş e ger pirtûke çend j ime wê pirtûkê rast dixwîne û wekî heyî fêm dike, ango di jiyana xwe de nîşan dide.

Em dibêne zarokên xwe dibistanê bixwîne, xwe pêş bixe, qîmeta perwerdeya xwe bizane. Baş e hîn gava ku zarokên me di temenê biçûk dene, em çima pirtûk xwendinê ji wan nadin heskirin. Ango meraqa wan ya li himberî cîhanên cuda, çandên cuda avanakin. Gava ku dibistan dikevine navberê, di demsala navberê de em çend pirtûkan zarokên xwe didene xwendin? Em zarokên xwe derdixînine keşfa çend gerdûnên cuda?

Nêzîkatiya yên ku gelek pirtûkan dixwînin gelekî lewçene, zimanzêdene ev yêk di mêjiyên zarokan de xwe cih dike, wan ji xwendina pirtûkan sar dike û dûr dixîne. Ger em di cevherê meselê mêzebikin û hinekê jî li ser bifikirin, emê bibînin ku em gelekî hevnegirtîne. Çima? Him em dixwazin zarokên me zanabin, pêşbikevin em rêdikene dibistanê û serhev ji wan re dibên kîjan beşa başe vê bixwînin. Lê zanebûn ne tinê dibistanêde ye, di heman demê pê pirtûk xwendinê jî mirov dikare xwe pêş bixîne, zanebûna xwe qat qat zêde bike em jêre nabêjin û fêrî xwendina pirtûkan naken.

Em di hîn temenê biçûk de zarokên xwe fêrî pirtûk xwendinê biken. Jibo wan, zimanê ku ev jê fêmbiken pirtûken tijî wêne bigrin, hesta ku diyarîn herî nirx yên ku em bidene wan jî pirtûkan di temenê biçûk de nîşanê wan biden. Xweşikbûna zanîstê hîn di temenê biçûk de fêrî zarokên xwe biken. Vê yekê jî faydeyên pirtûk xwendinê di temenê biçûk de ji wan re bêjin. Di vê navberdayîna havîne ya dibistanê em zarokên xwe derxine rêvîtiyekê nava cîhanên cuda yên ku çîrokên di pirtûkan de dixwînin. Jiber ku zarok di temenên biçûk de timî kesên malbata xwe yên mezin ji xwe re esas digrin, em çi biken zarokên me jî yê vê biken. Jiber vê yekê ger em di temenê biçûk de heskirina pirtûk xwendine ji zarokên xwe dene fêmkirin, gava ku ew mezin dibin jî dest ji vê heskirinê na berden. Vê bizanin ku derveyî dibistanê jî mirov dikare zanebûna xwe zêdebike û xwe bi rêvîtiya xwendina pirtûkan jî, mirov xwe pêş bixe. Vê bi sererastî jî tercîhê jiyana xwe bi sûdgirtina wan agahiya jî bixwe bikaribin biden. Jiber ku pirtûk, di jiyana me de weke mamosteyeke timî amadeye ku perwerdê bide me.

Welatê ku em têde dijîn ligorî îstatîstikên cîhanê rêzên herî dawiyê tê di mijara xwendinê de. Gelo sedemê vê yekê çiye?

Heskirina me ya xwendinê  weke tîrêjên rojê hertim geş û zindîbe.

Güncelleme Tarihi: 27 Haziran 2013, 21:04
YORUM EKLE
YORUMLAR
gever
gever - 10 yıl Önce

serkewtın

SIRADAKİ HABER