Yüksekova Yılbaşı Mesajları
SABAHATTİN KEPENEK-YÜKSEKOVA ESNAF SANATKARLAR KREDİ VE KEFALET KOOPERATİFİ BAŞKANI:
Bi xweşî û nexweşiyên xwe ve me saleke din jî li dûv xwe hişt.
Sala 2015an li ber me ye. Sala nû wê gelek guhertinên dîrokî bi xwe re bîne.
Hêvî û baweriyên me geş in, xurt in ku sala 2015an wê li her çar perçeyên Kurdistanê û li temama cîhanê bibe sala azadiyê, bibe sala pêşketin û serfiraziyê.
Rizgarkirina Şingalê wê bibe destpêka serxwebûn û azadiya başûrê Kurdistanê.
Li Rojavayê Kurdistanê, bi berxwedana Kobanê û bi pêkanîna Mitabaqata Dihokê, bi îdareyeke li ser esasê hemahengî, yekgirtin û birêvebirina hevbeş a hemû partîyên kurd û Kurdistanî, wê rêya azadîya Rojavayê Kurdistanê vebe.
