Yüksekova Güncel
2008-12-07 09:28:00

Qurban Nêzîkbûn e

Ayhan Geverî

ayhangeveri@gmail.com 07 Aralık 2008, 09:28

“Sibehî "eyd e û ez pê zanim

Ku bi kêra te seher qurban im

Xweş birîndarekî bêderman im

Carekê şefqe ke ruhim canim”

Melayê Cizîrî

 

Bi navê Te, ey Xwedayê Mihrîban...

Ey Xwedayê me ey Rehîm û Rehman..

 

Ey Xwedayê Xelîlurrehman û Îsmaîlê qurban...

Qurbana Te ey Malîkul-alem û Melîkul-cîhan...

 

Qurbana Te...

 

Xelîlullah Îbrahîm eleyhîsselam şevekê di xewna xwe da dibînît û radibît dibêjîte kurê xwe, Îsmaîlê xwe:


        “Ey ronîya çavê min ey ezîzê ber dilê min, min di xewna xwe da dît ku min tu serjê dikirî...”

Erê serjêkirin û gorîkirin û qurbankirin...

 

Ma heke mirov kurê xelîl û kurê dostê Xweda bît, mirov ji ax û av û nesebê wî bit mirov jî dê her wekî wî bit ku kurê Xelîlullah gote babê xwe:


        “Babo heke eve fermana Xweda bît ha ewe serê min ha ez gorî te û Rebbê te me, tu min gorî Rebbê xwe bike. Min bike “qurban” û were min serjê ke...”

 

Dîroka bab û kurînîyê li ser vê gotina Îsmaîl hatîye avakirin, erê...!?

 

Ku, Hezretî Îbrahîm çend salan hesreta kurekê kêşaye, ku paşî di pîremêrîya xwe de destên xwe bo Xwedayê xwe vekirin û got:


         “Ey Xwedayê min tu zarokekê bike nesîbê min ku ew ji salihan bît!”

Belê, Xweda di Qur"ana xwe de ferman diket: “Me jî mizgînîya zarokek helîm da Îbrahîm..” (Seffat/100-1)

 

Bila mirovên îro yên diljengî bêjin “me heyfa hewyanan nîne ku di eyda qurbanê da serjê diken..?”

 

Erê Îbrahîmê xelîlullah ne pez ne beran ne jî berx... Erê berxê xwe Îsmaîlê xwe dikire qurban.. ku Îsmaîl ronîya çavêt Îbrahîm bû, çawa ku Yusuf ronîya çavê Ya"qûb bû eynî wesa Îsmaîl jî ronîya çavêt Hz. Îbrahîm bû...

 

Erê duaya wî qebûl bibû û Xweda Îsmaîl kiribû nesîbê wî..

 

Lê ax û eywaxx... Xweda Îsmaîl da lê tam dilê Îbrahîm bi Îsmaîl ve taze taze germ bibû û Îsmaîl ne parçeyek ji canê wî bû, hema Wellah û Billah Îsmaîl canê Îbrahîm bû.. ax û wax.. Ew Xwedayê Îsmaîl daye Îbrahîm nehe jî Îsmaîli dixwazîte ve û dibêjîte Hz. Îbrahîm “kurê xwe bike qurban û kêrê bigre destê xwe û wî serjê bike...”

Heke Xweda gotiba Îbrahîm, aha eve Cibraîl hat dê canê te bistînît.. Dê Îbrahîm ne tinê canek hizar canêt xwe dê rêtibane ber pîyêt Cibraîl..

Lê dê destêt wî çawa bigirin ku Îsmaîlê xwe serjê biket... Ew çi îmtihan e.. Ew ji cehennem e...?!

 

Lê Îsmaîlê xwe dê kiriba gorî bê tereddut û bê dudilî..

Heke bab destê xwe pavête kêrê û guh bidete fermana Rehman, ma dê kur çi ket? Îsmaîl jî dê biçît serê xwe danête ser koçekê û dê bêjît: “Dê were babo serê min gorî te û Rebbê te ye. Dê were em direng nemînin ha dê were serê min bifirîne û min gorî Xwedayê xwe bike.. Emrê Xweda bicih bîne û şikan nebe ez dê şukurdar bim...”

 

Ku êca werin em guhê xwe bidene Qur"anê bila bêjît ka çibû:

 

“Paşî herdu jî teslîmê fermana Xweda bûn û Îbrahîm rabû Îsmaîlê xwe razande ser enîyê.. (Îbrahîm tam dê kurê xwe serjê kiriba) me gotê: “Ey Îbrahîm! Birastî te xewna xwe îsbat kir û bêşik em insanên xwedan-ihsan hosa xelat diken..” Û paşî Xweda beranek ji esmanan bo Îbrahîm îna xwarê û ew xelat kir...

ku Xweda dibêjît: “Silav li ser Îbrahîm bit”

 

Silavên tijî erd û esmanan li ser wan bin...

 

***

 Qurban...

Qurbanbûn..

 

Gorîbûn...

 

Me"naye qurbanê bi Kurdî “nêzîkbûn” e... “qurb”bûn û qurbiyyet e...

 

Û... Eyda Qurbanê jî eyda nêzîkbûnê ye..

bi çi û çawa nêzîkbûn..? erê bi qurbanê ve...

 

Ey gelî dost û bira û biraderan...! Xwûşk û xwaheran!!

Di destê we da çi heye ku wekî Îsmaîlê Îbrahîm...? Dilê hewe dilê me, dildar û yarên me..?

Ma îro jî gava dayîkêt me gelek hej me diken nabêjin: “Ez gorî ez qurban..!”

Erê dilê dayîkan nazik e û dibêjin ez gorî ez qurban...!

 

Qurban, nêzîkbûn e, qurban nazikbûn e.. Ma heke dayîk nebêjin “ez gorî, ez qurban” dê çawa xwe nêzîk eyalê xwe biken..? Dê dayîk çawa nazik bin..?

 

Xelîlullah çî ye?

Xelîlullah yanî yê ku dostê Xwedê.. Dostê Xwedê yanî yê ku gelek û gelek nêzîkê Xweda.. ku dostêt mirov nêzîk mirov in.. Dostê Xweda jî nêzîk Xweda ye.. ku wî dilê xwe kire qurban û nêzîk Xweda bû.. bû Xelîlullah...

 

“Piştrast bin ku goşt û xwînêt wan qurbanêt hewe nagehine Xweda... Lêbelê teqwaya hewe digehîte Xwedayê hewe..” (Hecc-37)

 

Werin em vê eydê, vê eyda qurbanê dilêt xwe bigehînine Xwedayê xwe û xwe nêzîk Wî biken û xwe qurbana Wî biken...

 

...

Em gorî Te bibin Ey Xweda

Em qurbana te bibin Ey Xweda,

Me nêzîk Xwe bike ey Xweda...

 

Xwe ji me dûr, me ji Xwe dûr neke Ey Rehman...

 

Qurbana Te...

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.